Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkutkirina xwenîşandanên seranserî yên Îranê ji aliyê hêzên rejîmê ve berdewam e

10:49 - 9 Çirriya pêşîn 2022

Roja Şemî 8`ê Çiriya Pêşîn hêzên ewlehî û serkutkar yên rejîmê êrîşî li ser xwenîşanderan kirin bi batoman li jinan û xortan xistin.

Duh şeh di 23emîn roja serhildana seranserî ya Îranê de, bajarên weke Kaşan, Şîraz, Tehran, Îsfehan,Erak, Kerec, Hemedan, Reşt, Tewrêz, Abadan, Kirman û hin bajarên din yên Îranê welatiyên bêzar li desthilata dîktator, rijiyane ser şeqaman û serkutkarî û tundtîjiyên li dijî jinan û welatiyan şermezarkirin û siloganên weke “mirin bo dîktator, îsal sala xwînê ye seyî Elî sernixûne dan.

Hêzên serkutkar yên rejîma li cih û bajarên cuda yên Îranê de bi teqekirin û lêxistinê êrîşî li ser serhildêran kirin û di encamên de jî hejmarek zêde li xwenîşander birîndar bûn û hejmarek zêde jî binçavkirine.