Piştî derbasbûna 24 rojan ji serhildan û xwenîşandana xelkê Rojhilatê Kurdistanê hêj berxwedan li şeqaman berdewame.
Şeva derbasbûyî xwenîşandan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên weke “Sine, Seqiz, Bokan, Mehabad, Kirmaşan, Selas a Bawecanî, berdewambûn, û xelkê serhilder li dijî rejîma Îranê û serkutkariyên vê rejîmê sekinîn.
Li bajarê “Sinê” ku eva heyama 24 rojane bi awayek berdewam xwenîşandan heye û xelk li ser şeqamane, û hêzên rejîmê jî bi hemû şiyana xwe wan tepeser dike, lê welatî bi kerb û kîntir ji berê û bi hêz û qawetek baştir bi destên vala li hember agirê rejîmê sekinîne.
Pêka dîmenên hatinî belavkirin hêzên rejîmê bi guleyên şer û guleyên saçimeyî êrîş kirine ser xelkê.
Ji aliyek din keç û kurên Sinê bihevre govenda azadiyê digerînin.
Herwisa şeva derbasbûyî welatiyên bajarê “Kirmaşan”ê jî li ser xwenîşandana xwe berdewam bûn û bi agir rêyên nav bajêr girtin û bi keviran êrîş kirine ser hêzên rejîmê û bi silogana “Jin, Jiyan, Azadî” bajar hejandin û piranaya şeqamên wî bajarî di kontrola welatiyan de bû, herwisa ciwanên bajarê “Selasa Bawecanî” jî berxwdanî û rijiyane ser şeqaman û hêzên rejîmê neçarkirin ku paşve herin.
Ciwanên bajarê “Seqiz”ê serhildana xwe domkirin û bi hemû hêz û şiyana xwe û bi vêrekiyek zêde li hember hêzên rejîmê sekinîn û bi keviran êrîşkirine ser wan û rêyên nav bajar bi agir girtin û li dijî rejîma mirovkuj silogan dan.
Li bajarê “Bokan”ê welatiyan xwenîşandan berdewam kirin û li hermber hêzên dagîrker rawestan û li dijî rejîmê silogan dan.
Welatiyên bajarê “Mehabad”ê şeva derbasbûyî li ser şeqaman bûn û li dijî rejîma melayan xwenîşandana xwe berdewam kirin û bi agir rêyên nava bajar girtin û pêşî bi hatinûçûna hêzên rejîmê girtin.
Herwisa şeva derbasbûyî li çendîn bajarên din yên Kurdistanê yên weke “Merîwan, Urmiye, û … hwd” xwenîşandan hebûye, lê hêzek zêde ji kirêgirtiyên rejîmê rijiyane nav bajar û welatî tepeserkirin û mixabin bi sedema qutbûn û lawazbûna hêla înternetê dîmenên wan bajaran ji ber dest nînin.
Hêjayî baskirinê ye ku di wan bajarên ku xwenîşandan berdewam bûne hejmarek ji welatî hatine birîndarkirin û binçavkirin.