Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên Pêtrokîmî Boşehrê jî mangirtin

11:18 - 10 Çirriya pêşîn 2022

Pêka dîmenên belavbûyî îro Dûşemî kedkarên pêtrokîmî ya Bûşehra li Eselûyê kombûnên nerizaytiyê lidar xistin.

Di berdewamiya xwenîşandanên seranserî yên li dijî serkutkarî û qetlên hikûmetî yên bi destên hêzên rejîmê de, girtiyên girtîgeha Lakan a Reştê jî serhildan kirin di navbera girtiyan û hêzên serkutkar yên rejîmê de şer û pevçûn derket, lê heta niha zanyariyek zelal derbara rewşa girtîgehê û rewşa girtiyan de nehatiye zanîn.

Lê, çalakvanên mafê mirov li derheq xwedî kirina xwenîşanderên vê heyamê yên li dijî serkutkariyên rejîmê bi vê girtîgehê de nîgeran in.

Her di vê pêwendiyê de, Felah Mîrî serdozgerê bajarê Gîlanêgotiye,  ji ber pêranegihîştina tedawiyên tendrustiyê, hejmarek ji girtiyên birîndar canê xwe ji dest dane.