Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Holandayê bo piştevanîkirin li serhildanên seranserî yên xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê kombûnek hat lidarxistin

11:41 - 10 Çirriya pêşîn 2022

Di roja 8ê Çiriya Pêşîn de, kombûneke mezin ku ji Wezîran, kesayetiyên siyasî yên Holandayê û çalakvanên mafê jinan û medenî û hunermendan û Îraniyan pêk hatibû, li bajarê “Lahe” hat lidarxistin.

Di wê komkbûna Li bajarê “Lahe” de, Wezîrên dewleta Holandayê, endamên parlemena wî welatî, hunermend, sendîka û yekîtiya sendikayên cuda, çalakvanên mafê jinan û mafê mirovî, yên Holandî û Îranî bi beşdariya hezaran kesan û bi piştevaniya saziyên medenî û navneteweyî bi rê ve çû.

Herwisa nûnerên parlemena Holandayê yên 9 partiyan û Berdevkê Federasiyona Yekîtiya Kedkarên Holandayê di vê kombûnê de bo piştevanîkirin li serhildana seranserî ya xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê, axivîn û beşdarbûyên vê kombûnê bi ala û plakardên cuda û silogana “jin, jiyan, azadî” piştevanî li vê serhildanê kirin.

Ew kombûn mezintirîn kombûna xelkê li welatê Holandayê bo piştevanêkirin li serhildana seranserî ya xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê bûye; Armanca vê kombûnê, agehdarkirina berpirsên siyasî yên Holandayê ji reftarên tundûtîj yên rejîma Îranê li hember serhilderan e.