Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de derheq piştevanî û piştgêriya xelkê Başûrê Kurdistanê spasî û pêzanîna xwe daye zanîn.
Deqa daxuyaniyê wiha ye
Piştî êrîşa mûşkî û dironî ya rejîma Îslamî bo ser binke û bargehên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê di nav kûrahiya axa Herêma Kurdistanê de ku mixabin hejmarek pêşmerge, endam û aliyîgirên hizban û jin û zarok hatine şehîd û birîndarkirin, pêleke berfireh ji hevxemî û sersaxî ji aliyê xelkê Başûrê Kurdistanê ve li parêzgehên Silêmanî, Helebce, Hewlêr û Duhokê û nemaze di wan deverên bargehên Hizbên Rojhilatê tê de bûne bo hizban hatine pêşkêşkirin; Her kesî ji aliyê xwe ve hembêza xwe ya gerim ji bo me vekirî û amadehiya xwe ji bo her hevkariyekê nîşan dan û bi vê yekê jî hesta mirovî û nîştimanperwerane û neteweyiya xwe bi awayê baş îsbat kirin.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê ji vê rêyê ve sipasiya tev xelkê birûmet ên Başûrê Kurdistanê û hemû wan kesan dike ku bi awayên cur bi cur hevxemiya xwe pêşkêşê me kirin û deriyê dil û malên xwe bi ser me de avale kirin, belkî her ev yeka ji wan dihate çavnihêrîkirin; Em sipasê wan duktor û perestarane jî dikin ku di dema bûyerê de xwebexşane û bilez bi hawara me ve hatin û birîndar tedawî kirin.
Ev helwesta mêrane ya xelkê Başûrê Kurdistanê carek din ev yeka selmand ku her em bi xwe pişt û penaha yektir in û eva jî baştirîn bersiv e bo neyarên Kurd ên weke Komara Îslamî ku hertimî hewla çêkirina fitneyan û dualîtî di navbera Kurdên Başûr û Rojhilat û parçeyên dinê de dida.
Ezmûna Herêma Kurdistanê gilêlika çavê hemû Kurdekê ye û li ser me hemûyan erk e ku em wek gilêlika çavê xwe biparêzin.
Silav li xelkê birûmet û nîştimanperwer ên Herêma Kurdistanê
Biherife Komara pet û sêdare
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê