Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnera Demokrat a Meclisa Nûnerên Amerîkayê li serhildana xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştevanî kir

11:50 - 10 Çirriya pêşîn 2022

Nûnera Demokrat a Meclisa Nûnerên Amerîkayê “Îlhan Umer” tevî piştevanîkirin li serhilderên Rojhilatê Kurdistan û Îranê daye zanîn ku silogana “jin, jiyan, azadî”yê bo bidestveanîna mafê xwe didin.

Nûnera Demokrat a Meclisa Nûnerên Amerîkayê “Îlhan Umer” li derheq serhildana xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê got: “Keçên ciwan di xwandingehên Îranê de li kêleka mamosteyan de sekinîne û jinên ciwan di otobûsan û şeqaman de bi polîsan re “Na” dibêjin, em dizanîn ku silogana “jin, jiyan, azadî””yê bo bidestveanîna mafê xwe didin.

Herwisa di vê derheqê de, Wezîra Derve ya Australia yê “Penny Wong” li roja Duşemî 10ê Çiriya Pêşîn de bi rêya belavkirina “twitt”ekê, tevî şermezarkirina reftarên hovane yên hêzên ewlehî yên rejîma Îranê digel serhilderan got: “Raporên girêdayê bi êrîşên bo ser zarokan û binçavkirina xwendevanan di xwendingehan de cihê nigeraniyê ye”.

Herwisa “Penny Wong”ê bi tekezî got: “Australia yê ji xelkê Îranê û azadiya gotin û wekheviya jin û keçan, piştevaniyê dike”.