Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîtaniya Hêza Întizamiya rejîma Îranê û çend kesên rejîmê xistine nav lîsteya dorpêçan

17:21 - 10 Çirriya pêşîn 2022

Birîtaniyayê bi belavkirina daxuyanek fermî, hêza Întizanmiya rejîma Îranê û çendîn berpirsên ewlehî û întizamî yên vê rejîmê xistin nav lîsteya dorpêçan.

Pêka vê daxuyaniyê, hêza Întizamî ya rejîmê bi gefxwarin û reftara tundûtîj li hember şêwaza kinc liberkirina jinan bi tawanbar zaniye û bi vê armancê, ew hêz û çendîn berpirsên din xistine nav lîsteya dorpêçan û hatinûçûna wan kesan bo Birîtaniyayê qedexe kiriye û darayiyên wan kesan jî li Birîtaniya hatine bilokkirin.

Di vê daxuyaniyê de 5 kesên siyasî û ewlehî yên wek fermandeyê hêza besîc “Xulamriza Silêmanî”, fermandeyê hêza Întizamiya rejîmê “Hesen Keremî” û fermandeyê Polîsê rejîmê “Hisên Eşterî”  xistine nav lîsteya dorpêçan.

Hevdem digel wan dorpêçan, Wezîrê Derve yê Birîtaniyayê, “James Cleverly” bi tekezî gotiye: “Welatê wî(Birîtaniya) piştevanê xelkê Îranê ye ku bi bivêriyê daxwaza rêzgirtina dewleta Îranê ji mafên bingehîn ên xwe dikin”.

Heftiya derbasbûyî jî Birîtaniyayê dîplomatê serekî yê balyozxaneya Îran li Birîtaniyayê li derheq bûyerên qewimî li Îranê banghêj kiribû.