Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên xwandekarên zanîngehên Îranê yên li dijî serkutkariyên rejîmê berdewam in

17:22 - 10 Çirriya pêşîn 2022

Xwandekarên zanîngeha Emîrkebîr li hewşa zanîngehê de kom bûn û bi dana siloganên wek, “hekî em hemû nebin yek dê yek bi yek ji nav herin û ne xavik û ne serkut, azadî û wekhevî” nerazîbûna xwe li dijî serkutkarî û tunditîjiyên li dijî jinan yên hêzên serkutkar yên rejîmê nîşan dan.

Îro Duşemî 10`ê Çiriya Pêşîn xwandekarên zanîngeha pîzişkiya didana ya Şîrazê, li dijî serkutkariyên hêzên rejîmê xwenîşandan lidar xistin.

Herwisa xwandekarên zanîngeha “Elame Tebatebayî” jî, li dijî serkutkarî û binçavkirina xwenîşanderan û xwandekaran xwenîşandar lidar xistin û siloganên weke “xwankedarên me binçav kirine û mamosteyên me rûniştine, destkurtî û gendelî hawarê dike, mirin bo zordariyê” dan.

Di berdewamiya xwenîşandanên seranserî yên Îranê, xwandekarên zanîngeha Polîteknîkê jî xwenîşandan lidar xsitin û siloganên li dijî rejîmê yên weke “jê re nebêjin nerazîbûn, navê vê bûye şoreş” dan û nerizayetiya xwe nîşan dan.

Bi dehan zanîngehên din yên Îran û Kurdistanê li dijî rejîmê xwenîşandan kirin.