Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Repêrê Amrîkayî li dijî serkutên rejîma Îranê bertek nîşan da

17:52 - 10 Çirriya pêşîn 2022

Kanyê Wêst (Kanyewest) repêrê bi nav û deng ê Amerîkayê li ser hesaba xwe ya Twîterê li dijî serkutkariyên rejîma Îranê nivîsî: “Ciwanên Îranê li dijî dîktatoriya 44 salî pêşengiya şoreşê dikin. Divê cîhan piştgiriyê bide wan û rêzê li zîrekatî û biwêriya wan bigire.”

Ji aliyek din ve jî “Gulşîftê Ferahanî” jî bi danîna heştega Mehsa Emînî li ser hesaba xwe ya Twîterê nivîsî: “Di demeke nêzîk de, li şûna porê xwe, emê rih û rîşeya te ya bêhna pîs bibirrin. An jî emê rengîn bikin û bi rêdîna te ya pembeyî, şîn û zer bikenin.”

Mebesta wê ektera Îranî rêberê rejîma Îranê Elî Xamineyî ye.