Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên seranserî li bajarên Kurdistan û Îranê berdewam in

10:22 - 11 Çirriya pêşîn 2022

Duh şev di 24emîn roja xwenîşandanên seranserî de, li bajarên Kurdistan û Îranê yên weke Sine, Merîwan, Mehabad, Seqiz, parêzgeha Fars,Şîraz, Mirovdeşt, Kazêrûn,Erak, Tewrêz, Kirmanşan, Kirman, Hemedan û Tehranê de xwenîşandan berdewam bûn, lê li bajarê Sine xwenîşandanênê seranserî biqasî bihêz û aloz bûn ku di navbera hêzên serkutkar yên rejîmê û xwenîşanderan de şer û pevçûn derkevt.

Duh şev li bajarê Kazirûnê jî xwenîşandanên nerizatiyên seranserî bi qasî bihêzbûn ku hêzên serkutkar yên rejîmê nekarîn li hember ciwanên bivêr û xwedî îrade rawest in.

Pêka nûçeyên belavbûyî yên li derheq mangirtina kedkarên Sayîta 1 a petrokîmî ya Bûşehrê , kedkarên pirojeya Pêrtopalav a Kungav û faza du ya petrokîmî ya Abadanê jî li dijî serkutkariyên rejîmê derkevtin û xwenîşandan lidar xistin.

Di berdewamiya xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê de, li bajarê Şîrazê hêzên serkutkar yên kinc şexsî yên rejîmê hewl dan hin ciwanên beşdar di xwenîşandanan de binçav bikin, lê digel wêrekî û hevgirtîbûna xwenîşanderan rûbirû bûn.

Her di vê pêwendiyê de Cihgêrê Piropagendeyên Îslamî yê rejîmê îtraf bi vê yekê kiriye gotyie, nifşa nû nifşeke cuda ye û baştir fêm dike û zorê qebûl nake, girîngtirîn meseleya me hînbûne bona rêkevtin digel wê nifşê de.