Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanên bajarê Sinê berxwedana xwe li dijî rejîmê berdewam dikin

11:09 - 11 Çirriya pêşîn 2022

Şeva derbasbûyî ku 25ەmîn şeva berxwedan û serhildana xelkê bajarê “Sinê” bû, ciwanên wî bajarî bi hêz û qawetek zêdetir ji berê di nava şeqaman de bûn, û li hember rejîmê sekinîn.

Keç û xortên xweragir yên bajarê “Sinê” bi agir rêyên nava bajar û taxên wî bajarî girtin û pêşî ji hatinûçûna hêzên tepeserker yên rejîmê girtin, û bi kevir û bi mistan êrîşkirine ser hêzên rejîmê û ji wan xistin.

Piraniya şeqam û kolanên bajarê “Sinê” di kontirola ciwanên wî bajarî de bûn, û hêzên rejîmê nedivêran li hember xelkê bisekinin, lê bi guleyên şer û guleyên saçimeyî teqe li derî û pencereyên malan dikirin. Û ji aliyek din ve bi belavkirina nûçeyên nerast yên weke şandina hejmarek zêde ji hêzên rejîmê li bajarên derdorê Sinê bo nava bajarê Sinê, destpêkirina hikûmet nizamî di nava bajarê Sinê û qetilakirina hejmarek zêde ji xelkê …. dixwaze hêza xwe ya ji destçûyî bi nûçeyên nerast bi ser xelkê de bi sepîne û welatiyan bitirsîne, lê xelkê azadîxwaz ji pîlanên rejîmê agehdar in û çepera şeqam çûl nekirin.