Saziya Lêbihorîna Navnetewî ragihandiye ku pêka raporan, rejîma Îranê di serkuta xelkê serhilderê bajarê Sineyê de çekên şer û gaza bîber bi berdewamî li ser şeqaman û di nav malên xelkê wî bajarî de bi kar anîne.
Berpirsên rejîma Îranê bo perdepoşkirina ciyanetên xwe di wî bajarî de hêlên înternet û telefonan qut kirine.
Herwisa Saziya Lêbihorîna Navnetewî daxwaz ji welatên cîhanê kiriye ku, bi lezgînî nerizatiya xwe li hember wan serkutên rejîma Îranê digel balyozên rejîma Îranê bas bikin û daxwaz sekinandina wan serkutan bikin û herwisa daxwaza rêzgirtina rejîma Îranê ji mafê azadiya lidarxistina kombûnên aştîxwazane bikin.