Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştgêriya “Şakîra” ji xwenîşandana xelkê Îran û Kurdistanê

11:36 - 11 Çirriya pêşîn 2022

Hunermenda navûdeng a cîhanê û xelka welatê “Kolombiya”yê, şeva Duşemî bi weşana twîtekê ji xwenîşandanên Îran û Kurdistanê piştevanî kir.

Wê hunermenda bi navûdeng li ser hesaba xwe ya twîtirê bi danîna heştega Mehsa Emînî, nivîsî: “Dilê min digel malbata Mehsa Emînî û herwisa digel jin û keçên dersxwan li Îranê û hemû ew kesane ye ku ji bo azadiya gotinê xebatê dikin.”