Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di xwenîşandanên Kurdistan û Îranê de 28 zarok hatine kuştin

11:30 - 11 Çirriya pêşîn 2022

Encûmena Piştevanî ji mafê Zarokan yê Îranê bi belavkirina amarekê daye zanîn ku di xwenîşandanên seranserî yên Îranê heta niha 28 zarok ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin û piraniya zarokên ku hatinê kuştin yên parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê bûne.

Herwisa wê encûmenê ragihandiye ku hêzên rejîma Îranê bi bê berçavgirtina temenê wan zarokan bi tunditîjî û kiriyarên hovane gel wan reftar dikin û tevî kuştina wan beşek zêde ji wan jî binçavkirine û di cihên nebaş de ragirtine.