Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Jacke Sullivan” li derheq gotinên serkomarê rejîma Îranê bertek ji xwe nîşan da

11:40 - 11 Çirriya pêşîn 2022

Şêwirmendê Ewlehiya Koşka Sipî “Jacke Sullivan” li derheheq gotina serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” ku xelkê serhilder bi pêşûyan şibandibû, ji xwe bertek nîşan da.

Şêwirmendê Ewlehiya Koşka Sipî “Jacke Sullivan” li berteka gotina “Îbrahîm Reîsî” de got: “Serkomarê Îranê xelkê nerazî bi pêşûyan şiband, lê ew di halekê de ye ku ew xelk daxwaza mafên xwe yên serekî û kirameta xwe dikin”.

Herwisa “Jacke Sullivan” bi belavkirina 2 “twitt”an, tevî şermezarkirina rejîma Îranê, got: “Kesên ku dixwazin bo matkirina dengê xelkê tunditîjiyan bikar bînin, hewlek bê encam didin û em dê wan neçar bi bersivdanê bikin”.