Zêdetir ji 40 ekterên navdar ên Almanê ji bo nîşandana hevxemiya xwe bo bûyera kuştina keça Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî û herwiha piştgiriya bo keç û jinên Îranê pora xwe birîn.
Vîdyo ji aliyê ektera binavûbang “Mêrît Bêker” ve, şeva Duşemî di nav torên civakî ya Instagramê de hatibû weşandin, ev vîdyo nîşan dide ku ekterên wek, “Katrîna Talbax, Lîna Bêkmen, Mêrît Bêkir,, Ronald Zêhrfêld û Casmîn Tabatabî porên xwe jê kirin.