Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dersxwanên Kurdistan û Îranê rijiyane ser şeqaman

17:17 - 11 Çirriya pêşîn 2022

Dersxwanên piraniya bajarên Kurdistan û Îranê yên weke, Kirmaşan, Urmiye, Seqiz, Kerec û Bendera Enzelî li dijî serkutkarî û zordariyên hêzên rejîmê xwenîşandan lidar xistin û siloganên weke mirin bo dîktator dan.

Pêka vîdyoyên belavbûyî, îro 19`ê Rezberê, dersxwanên xwandingehên Ma`îde û Raziye yên keçên dersxwan yên bajarê Urmiye, xwenîşandan lidar xistin, û piştre hêzên serkutkar yên rejîmê êrîşî ser wan kirbûn û hejmarek dersxwan binçav kirin.

Li gor zanyariyên nefermî, li xwandingeha Ma`îde a Urmiyê dersxwaneke keç bi sedema tundûtîjiyên hêzên rejîmê hatiye kuştin û hêzên serkutk yên rejîmê bona ku ev nûçeya belav nebe elekterîka xwandingehê qut kirine.

Ev nûçeye hêj bi fermî nehatiye teîdkirin.

Dersxwanên bajarên Seqizê bi lidarxistina xwenîşandanan û dana silogana mirin bo dîktator rijiyane ser şeqaman.

Li Mihabadê jî keçên dersxwan bi bilindkirina xavikên xwe û dana silogana merg û neman bo dîktator rijiyane ser şeqaman.