Bajarê Sineyê ku îro di 25emîn roja berxwedan û serhildana xwe de ye û ciwanên wî bajarî bi şev û roj li ser şeqaman in û li dijî rejîmê rawestane û bi yekîtî û yekdengî givaşek zêde xistine ser hêzên rejîma dagîrker.
Hêzên dagîrker li hember welatiyên azadîxwaz yên bajarê “Sinê” bi hemû awayekê şikest xwarine û rejîma Îranê li bajarên din hêz veguhastiye bo nava bajarê “Sinê” û bi çekên giran êrîş dikine ser xelkê.
Pêka zanyariyên belavbûyî, şeva derbasbûyî piraniya şeqamên bajarê “Sinê” di kontirola ciwanan de bûye, lewma hêzên rejîmê bi çekên giran teqe ji malên welatiyan dikir.
Herwisa hêjayê behskirinê ye ku rejîma Îranê bo perdepoşkirina cinayetên xwe hêla înternet û telefonê qut kiriye.