Di encama serhildana xelkê nerazî di Rojhilatê Kurdistanê de hejmarek zêde ji welatiyan hatine birîndarkirin, binçavkirin û hin ji welatiyan jî hatine şehîdkirin.
Pêka rapora ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belavkiriye; Di serhildana seranserî ya Rojhilatê Kurdiatnê de, 31 welatî bi sedema teqeya rasterast a hêzên ewlehî yên rejîmê hatine şehîdkirin ku temenê 4 kesan di bin 18 saliyê de ye.
Herwisa di wê raporê de hatiye ku tenê nasnameya wan kesên birîndar hatiye tomarkirin ku bi sedema kûrahiya birînên xwe çûne nexweşxaneyê û hejmarek zêde ji birîndaran jî, ji çûn bo nexweşxaneyê xwe parastine.
Bo mînak birîndarên bajarên Seqizê zêdetir ji 50 kesê ye, Bane 25 kes û Şabad zêdetir ji 80 kesan e.
Amara rastî ya binçavkiriyan gelek zêdetir ji amarên tomarkirî ye, pêka rapora “Kurdpa”yê amara binçavkiriyên ku hatinî piştrastkirin zêdetir ji 386 kesan e ku 50 ji wan jin in.
Herwisa hêjayê behsê ye ku amara binçavkiriyên hin bajaran zêdetir ji 100 kesan e.