Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekaran bo piştevanîkirin li serhildana seranserî li dijî rejîma Îranê hatine ser şeqaman

17:37 - 11 Çirriya pêşîn 2022

Di berdewamiya serhildana xelkê Kurdistan û Îranê de xwendekaran li çendîn zanîngehên Îranê xwenîşandan li dijî rejîma Îranê bi rê ve birin.

Xwendekaran roja Sêşemî 19ê Rezberê li çendîn zanîngehên wek “Terbiyet Muderis a Tehran û herwisa zanîngeha Gîlanê”silogan li dijî rejîma Îranê dan û piştevanî li xelkê serhilder ên Kurdistan û Îranê bi taybet xwendkarên serhilder ên zanîngeha “Şerîf” kirin û bi micidî xwenîşandana xwe bi rê ve birin.

Xwendekarên “Terbiyet Muderis a Tehran” jin, jiyan û azadî dan.

Xwendekarên Zanîngeha Pêşeyî ya Nûşîrevan a Babolê rijiyane ser şeqaman û silogana merg û neman bo dîktator dan.