Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarên cuda yên Kurdistan û Îranê xwenîşandan berdewam in

12:07 - 12 Çirriya pêşîn 2022

Duh şeh 19`ê Rezberê li bajarê Ehwazê li xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê de xwenîşandanan postera Xamineyî rêberê rejîmê agir berdanê û bi wî awayî kerb û bêzariya xwe li hember rejîma serkutkar nîşan dan.

Şeva Sêşemî 19`ê Rezberê xelkê nerazî li bajarên,  Birazcan, Tebes, Qum, Yezdan şehr, Gîşa, Sadiqiye û QeyteriyaTehranê, Tewrêz, Urmiye, Seqiz, Bokan, Mehabad, Sine, Kirmaşan û Serpêla Zehavê, li dijî serkutkarî û zordariyên rejîmê xwenîşandan lidar xistin û siloganên weke , mirin bo dîktator dan.

Li bajarê Sine hêzên serkutkar yên rejîmê teqe ji xwenîşanderan kirin.

Herwisa li bajarê Qumê xwenîşanderan bi dana silogana Xamineyî qatile û wilayeta wî betale meşa xwenîşandanên li dijî serkutkariyên rejîmê berdewam kirin.

Li bajarên Merîwan û Sine jî xwenîşanderan bi dana silogana mirin bo dîktator nerizayetiyên xwe berdewam kirin.