Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Romala beşek ji bûyerên îro

22:07 - 1 Çirriya pêşîn 2022

Şanizdeh roj e ku xelk li dijî rejîma Îranê li ser şeqaman in; Li Merîwan û Bokanê xwenîşandan hene û xelk rijiyane ser şeqaman û hêzên rejîmê bi awayê rasterast xelkê nerazî dane ber gulleyan. Li Kirmaşan, Seqiz, Mehabad û Dêwulan û piraniya bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê xwenîşandan heye, Herwisa li bajaroka Nê ya ser bi Merîwanê xelkê nerazî rêya hêzên rejîmê girtine û nahêlin bêne nava wê bajarokê de.

Li bajarê Merîwanê hatiye zanîn ku çend kes ji xwenîşander hatine birîndar kirin û şehîdkirin.

Hatiye zanîn ku li bajarê Bokanê dehan welatiyên nerazî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine birîndarkirin.

Li Dêwulanê xelkê nerazî peykerê caşekê şewitandin.

Pêka dawî amaran ji destpêka xwenîşandanên Rojhilatê Kurdistanê heta niha 19 kes hatine şehîdkirin û hezaran kes jî hatine birîndarkirin û girtin.

Li çendîn bajarên Îranê yên wek Tehran, Şîraz, Zahidan, Kerec, Bûşêhr, Yezd û Babol, Îsfehan û gelek bajarên din yên Îranê xelk hatine ser şeqaman û li dijî rejîmê û nemana rejîma Îranê xwenîşandan kirin.

Li zanîngehên Urmiye, Tewrêz, Meşhed, Şîraz, Tehranê dersxwanan xwenîşandan kirin û li zanîngeha “Kurdistan” a Sineyê tevî vê ku nerizayetiyên xwe li ser şeqaman dane xuya, dersxwanan dane zanîn ku ev naçine zanîngehê.

Şoreşa nav girtîgeha navendî ya Sineyê

Pêka hin zaniyariyên ku di nav torên civakî de hatine belavkirin, dane zanîn ku li girtîgeha navendî ya Sineyê şoreşek hatiye gorê.

Hatiye zanîn ku girtiyên bendên pênc û şeşan bi efserên girtîgehê re ketine pevçûnê û beşek ji vê girtîgehê xistine bin kontrola xwe û li girtîgehê jî dengê gulleyan tê bihîstin. Di derheq de wê nûçeyê zanyarî bêne nûkirin.

Gireva giştî li Kurdistanê

Li bajarên wek: Sine, Kirmaşan, Mehabad, Bokan, Şino, Pîranşar, Merîwan, Nexede, Bane, Urmiye, Seqiz, Riwansar, Ciwanro, Serdeşt, Dîwandere, Îlam, Kirmaşan, Kamyaran, Pawe, Dêwulan, Nê, Selasa Bavacanî, xelkê pêşwaziya mangirtina Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê kir û dukan û bazarên xwe daxistin û nayek din gotine rejîma Îranê.

Bûyera Belûçistanê\ 42 kes hatine kuştin

Kempeyna çalakvanên Belûç ragihand ku di êrîşa duh a hêzên ewlekarî û Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê bo ser welatiyên Belûç, herî kêm 42 kes hatine kuştin û 197 kes jî birîndar bûne.

Duh hevwelatiyên Belûç piştî bidawîhatina nimêja Înê li hember destdirêjiya ser keçeke 15 salî ya Belûç ji aliyê fermandarê hêzên Întizamî li Çabeharê û ji bo piştevanîkirina ji xwenîşandanên dijî rejîmê li seranserî Îranê hatine ser şeqaman û li hember binkeya “kelanteriya 14” xwenîşandan kirin, lê ew her zû ji aliyê besîcan ve hatine serkutkirin û Spaha Pasdaran bi çekên giran û sivik ew dane ber gulleyan.

Spaha Pasdaran di daxuyaniyekê de daye zanîn ku di nav şer û pevçûna di navbera xelkê û hêzên wan de 4 kes yên ser bi wê saziyê hatine kuştin û daye zanîn “Elî Mûsewî” berpirsê Îtilaata Spaha Pasdaran li Sîstan û Belûçistan, pasdar “Seyd Hemîdriza Haşimî” bi pileya serhengî û cihgirê Îtilaata Spahê li Belûçistanê, pasdar “Mihemed Emîn Azerşeker” û besîc “Mihemed Emîn Arifî” hatine kuştin.

Xwenîşandan li derveyê welat li dijî rejîma Îranê

Xwenîşandanên şermezarkirina kuştina Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve û piştgiriya xwenîşandanên Rojhilatê Kurdistan û şermezarkirina rejîma Îranê derheq mûşekbarankirina binkeyên hizbên Rojhilatê Kurdistanê li nav axa Herêma Kurdistanê de, ev du hefte ne ku li welatên cuda yên cîhanê bi rê ve diçin, biryar e ew xwenîşandan berfireh bin û di 20 welatên cîhanê de bi rê ve here.

Yekîtiya Ewropayê dibêje, ew bi tundî êrîşên Spaha Pasdarên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike.

Yekîtiya Ewropayê êrîşa mûşekî ya Spaha Pasdaran a rejîma Îranê bo ser Herêma Kurdistanê şermezar kir

Berdevkê Yekîtiya Ewropayê “Pîtir Istano”, roja Înê 30 Îlona 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, êrîşên Îranê “serweriya axa Iraqê binpê dike” herwiha diyar kir ku “fikrên me bi qurbanî û malbatên wan re ne" yên ku di êrîşan de canê xwe ji dest dane an jî birîndar bûne.