Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Unicef” li derheq reftarên rejîma Îranê digel zarokan bertek nîşan da

12:12 - 12 Çirriya pêşîn 2022

Serokê Sandûqa Zarokan li Saziya Navnetewî (NUICEF) yê bi navê “Catherine Russell” ji zarokên Îranê piştevanî kir û ragihand pêka raporên hatinî belavkirin li derheq reftarên rejîma Îranê, îşkence kirin û lêdana zarokan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve û binçavkirina dersxwanan bi rastî cihê nîgeraniyê ye.

Di vê derheqê de Wezîrê Perwerde û Hînkarî ya rejîma Îranê li ser vê yekê tekezî kiriye ku, hin ji zarokên binçavkirî divê bo navendên “Îslah û Terbiyet” yên rejîmê û navendên “Hindirnasiyê” bên şandin da ku di paşerojê de nebine kesên dije civakî ev jî dîtingeha berpirsên rejîmê li derheq zarok û samana paşeroja welat e.