Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jill Biden jî ji serhildana seranserî ya jinên Îranê piştevaniya kir

12:18 - 12 Çirriya pêşîn 2022

Hevjîna Jeo Biden serkomarê Amerîkayê Jill Biden li ser rûpela twîttera xwe di piştevanîkirin ji serhildana seranserî ya jinên Îranê de nivîsî: Jin û keçên bivêr yên Îranê bi berxwedaniya wêrekî û dana silogana Jin, Jiyan, Azadî, dengê xwe bo seranserên cîhanê bilind kirin.

 Jill Biden got: Bizanin ku cîhan dibîne û em dengê we jî dibihîsin.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, bivêriya keçikan û xwandekarên Îranê li hember serkutkariyên rejîma Îslamî bilind nirxand û got: Em kêlega we rawestane û her bi vê sedemê jî dewleta Kanadayê di vê derheqê de kiryarên zêde li dijî rejîma Îranê û bi nav polîsê exlaq ragihandiye.

Herwisa navbirî silogana dehmîn salroja cîhanî ya keçikan ya bi navê, Niha dema me ye , mafê me ye, paşeroja me ye, peijrandin.

Wezîra dadwerî ya Fîlandayê Anna-Maja Henriksson jî piştevanî ji serhildana jinên Îranê kir û li ser rûpela twîttera xwe wiha nivîsî: Ez li kêlega keç û jinên Îranê rawestam e, her keç û jinekê mafê azadiyê heye û ev erka me ye ku li hember her core tunditîjî û zordariyê rawestin.