Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran alavên şer bo sînorên Kurdistanê vediguhaze

12:27 - 12 Çirriya pêşîn 2022

Pêka dîmenên ku di nava torên civakî de hatine belavkirin, Spaha Pasdaran a terorîst bi hinceta li hember derketin li dijî partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê, yên dijî rejîma Îranê, hejmarek zêde ji alavên şer yên weke diron û balafirên bê balafirvan li bajarê “Tehran”ê bo Rojhelatê Kurdistanê û sînorên di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê veguhastiye.

Herwisa heta niha Spaha Pasdaran çendîn caran gefa vê yekê xwariye ku dê bi awayê bejayî êrîş li ser partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê ku di nava axa Herêma Kurdistanê ne bike.