Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara kesên ku di nav serhildana seraserî de hatin şehîdkirin/ herî kêm 201 kes

16:19 - 12 Çirriya pêşîn 2022

Li gorî amar û zanyariyên Saziya Mafê Mirovî ya Îranê, hejmara kesên ku di xwenîşandanên vê dawiyê di Îran û Kurdistanê de hatine şehîdkirin, gihîştiye 201 kesan.

Pêka rapora amarî ya vê Saziyê, 23 kes ji kersên hatinî şehîdkirin, temenê wan di bin 18 saliyê de bûye.

Saziya Mafê Mirovî ya Îran daye zanîn, ku ev amare ya 18 parêzgehên cuda yên Îranê ne û zêdetir di parêzgehên Sîstan û Belûçistan, Mazenderan, Sine, Gîlan û Urmiyê de hatien şehîdkirin.

Heta niha bi hezaran kes ji xelkên serhildêr di Îran û Kurdistanê de hatine birîndarkirin û herwisa binçavkirin.