Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serhildana seraserî li Îran û Kurdistanê/ Li qadên Seqizê dengê teqeya tê

16:27 - 12 Çirriya pêşîn 2022

Îro roja Çarşemî 20ê Rezberê, li gelek bajarên Kurdistan û Îranê şeqam bûne cihê çepera berxwedaniya xelkê serhildêr.

Li bajarê Seqizê xelk rijiyane nav qadan û bi agirbrdana tekeran, qad kirin bi dûkel û dûman. Xelkê nerazî silogana netirsin û netirsin em hemû digel hev in, dengê xwe bilind kirin.

Rawestan ne karê ciwanê Sinê ye û ew ji destpêka serhildanê ve heta niha di nav qad û kolanan de ne û li dijî rejîmê sekînandine. Îro ciwanên netirs yên bajarê Sineyê rijiyane ser şeqaman û hêzên rejîmê ew dane ber gulleyên şer û gazên rondikrêj, lê xelkê Sinê ji hêzên tirsonek yên rejîmê natirsin.

Vîdeoya ku li ser torên civakî hatiye belavkirin, rûbirûbûna hêzên ewlehî yên rejîmê û xwenîşanderên jin ên li Reştê nîşan dide.

Di vê vîdyoyê de ku îro 20 Rezberê hatiye weşan, xelk ji bo rizgarkirina jineke xwenîşander tevdigerin.

Endamên Navenda Parêzerên Tehranê li ber deriyê vê navendê xwenîşandan kirin û silogana “girtiyên siyasî divê bêne azadkirin, jin, jiyan, azadî” dan û piştire hêzên ewlehî yên rejîmê gazên rondikrêj avêtine nav wan.

Xelkê piraniya tax û navçeyên bajarê Tehranê rijiyane ser şeqaman û silogana tank, top, fişfişe, axûnd divê wunda be” dan.