Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serhildana xwendekar û dersxwanan bo piştevanî li serhildana xelkê Kurdistan û Îranê didomin

16:30 - 12 Çirriya pêşîn 2022

Roja Çarşemî 20ê Rezberê di çendîn bajarên Îranê de xwenîşandana kur û keçên xwendekar û dersxwanan bo piştevanî li serhildana xelkê serhilder ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam bû û silogan li dijî rejîmê dan.

Di bajrê “Gurgan” ê ser bi parêzgeha “Gulistan” de dersxwanab li dijî rejîma Îranê silogana “azadî azadî” dan û piştevaniya xwe li serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê dane xuya.

Herwisa li bajarê Tehranê xwendekarên zanîngehên “Recayî , Sohanek û Tehran”ê xwenîşandan kirin û tevî hebûna hêzên serkutkar û ewlehî yên li zanîngehan, piştevaniya xwe li serhildana seranserî domandin û bi siloganên wek “êdî ew serhildan nayê sekinandin, bêje azadî azadî, em temaşevanan naxazin û tevlî me bin” û bi dehan siloganên din dan.

Herwisa dersxwanan li taxa “Mela Firdos” a rojavayê bajarê Tehranê bi rakirina xavikên xwe û silogana “jin, mjiyan, azadî” xwenîşandanek berfireh li şeqaman bi rê ve birin.  

Di bajarê “Erdebîl”ê de jî, jin û keçên wî bajarî bi silogana “jin, jiyan, azadî” rijiyane ser şegaman û li hember hêzên rejîmê sekînandin.

Di bajarê “Bûşêhr”ê de jî, xwendekarên zanîngeha “Xelîcê Fars” bi siloganan piştevanî li serhildana seranserî li dijî rejîma Îranê kirin.