Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê di banghêjiyê de ji tev xelkê bajarên Rojhilatê Kurdistanê daxwaz kir ku îro 20`ê Rezberê mangirtina seranserî lidar bixînin.
Îro 20`ê Rezberê dukandar û bazariyên bajarên seranserê Kurdistanê yên weke Bokan, Bane, Seqiz, Sine, Merîwan, Kirmaşan, Ciwanro, Serpêla Zehaw, Dêwolan, Urmiye, Şino û piraniya bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê li hember serkutkariyên rejîmê mangirtina seranserî lidar xistin.
Xelkê Kurdistanê bi wê mangirtinê û serhildana seranserî nîşan dan ku êdî cihê rejîma dîktatur di Kurdistanê de nîne.