Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rerjîmê li tirsa serhildana seranserî înternet bi yekcarî qut kiriye

17:00 - 12 Çirriya pêşîn 2022

Piştî banghêjiyan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bo mangirtina seranserî û xwenîşandankirinê, rejîma Îranê hêlên înternetê li seranserê Îranê bi tevahî qut kiriye û nayê bikaranîn.

Malpera “Nêt Blaks” belav kiriye ku 20ê Rezberê, ji demjimêr 6ê sibêdehê ve înternet bi tevahî  li Îranê hatiye qutkirin. Rejîma Îranê hevdem hêlên înterneta mobaylan jî qut kirine.

Qutkirina hêlên pêwendîgirtinê piştî vê yekê bû ku di roja derbasbûyê de li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, xortên şoreşger banghêjî bo mangirtina seranserî li roja Çarşemî 20 rezberê li demjimêr 12ê nîvro kiribûn.

Tevî qutbûna înternetê her dîsan jî, xelkê serhildêr bi her awayekî be, dîmen û vîdyoyên mangirtin û xwenîşanan gihandine ber destê mediyayan.