Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amar: Li Zahidanê 97 kuştî û zêdetirî 350 birîndar hene

17:24 - 12 Çirriya pêşîn 2022

Kempeyna Çalakvanên Belûç li ser malpera xwe dawî amara şehîdbûn û birîndarbûna xwenîşanderên Belûçistanê belav kir û daye zanîn ku heta niha nasnameya 97 xwenîşanderên Belûç ku di xwenîşandanên Zahedanê de ji aliyê hêzên leşkerî yên rejîma Îranê ve hatine şehîdkirin, eşkere bûye. Herwiha zêdetir ji 350 hevwelatiyên Belûç jî birîndar bûne.

Roja Înê 8ê Rezbera 1401an, hêzên serkutkar ên rejîma Îranê li bajarê Zahidanê, nimêjker û xwenîşanderên Belûç dane ber gulleyan û di encamê de bi sedan kes hatin kuştin û birîndarkirin.