Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amar; Hejamar şehîdbûna serhildêran li Îran û Kurdistanê giha bi 287 kesan

10:34 - 1 Çirriya paşîn 2022

Pêka rapora navenda nûçeyî ya komek ji çalakvanên mafê mirovî yên Îranê ya bi navnê “HRANA”yê, ji 26ê Xermananê ve heta 9ê Xezelwerê, aliyê kêm 46 zarok di nav serhildana seranserî ya Îran û Kurdistanê de hatine şehîdkirin.

“HRANA” dibêje ku heta niha 287 serhildêr di nav xwenîşandanaên seranserî yên Îran û Kurdistanê de hatine şehîdkirin.

Wê navenda mafê mirovî ya Îranê gotiye ku heta niha 14161 xwenîşander ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin ku tenê nasnameya 1314 kesan hatiye eşkerekirin.

Herwisa di wan rojan de li 133 bajarên Îran û Kurdistanê xwenîşanderan li dijî herifîna rejîmê serhildan kirine û xwendekarên 129 zanîngehan jî, ji wê serhildanê piştevanî kirine. 

Heta niha 300 xwendekar di girtîgehên ewlehî yên rejîma Îranê de girtî ne.