Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên kangeha zêr a Belûçistanê mangirtin

16:25 - 1 Çirriya paşîn 2022

Roja Duşemî 9`ê Xezelwerê, hevwelatiyên belûç bi hevre li kangeha zêr a “Teftan”ê kombûn û rê nedan ku rejîm hundrî kangehê bin û zêran derixin.

Hejmarek zêde ji hevwelatiyên belûç ku zêdetir ji tayifeya “Salarzêhî û Seyîd Belal Nûşî”, pêşiya talançiyên rejîmê girtin û rê nedan ku nêzî kangehê bin û ragihandine ku, eva samana xelkê Belûç e û êdî rê nadin ev ji aliyê kesên biyanî û rejîma Îranê ve bê talan kirin.

Hêjayê baskirinê ye ku, di 26`ê Rezberê jî rêdîn spî û hevwelatiyên Belûç li hember Fermandariya wî deverê kom bibûn û ragihandibûn ku rê nadin ew kanza û zêr ji aliyê rejîmê ve bê talan kirin û maşîn û alavên talançiyên rejîma Îranê ku bo derixistin û birina wan kanzayan çûbûn tevlîhev kirin.

Kangeha “Teftan yek ji mezintirîn kangeha zêr di Îranê de ye.