Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mewlana Ebdulhemîd îro di nmêja Înê de bi awayekî tund rejîma Îranê rexne kir

16:59 - 11 Çirriya paşîn 2022

Îro Înê 20`ê Xezelwerê, Rêberê olî û pêşnmêjê Înê li “Zahidan”ê di nimêja Înê de bi beşdariya hezaran kesan, rejîma Îranê û cinayetên wê rejîmê rexne kir.

Navbirî di gotinên xwe de li mizgevta “Mekî” de ragihand ku : “Hikûmetek ku xelk jê nerazî be derdê tiştekê naxwe”

Herwisa bas ji bi nav nûnerên Meclisa rejîmê kir û ragihand: “ Nûnerên ku deng dane bo îdamkirina kesên nerazî nûnerê xelkê nînin û li çi cihekê dinyayê hatiye dîtin ku nûnerên xelkê li dijî wan dengan bidin.”

Herwisa ragihand ku divê tev binçavkirî li her cihekê bê merc û şerit bên azad kirin.”

Hêja yê baskirinê ye ku di dawiya gotinên xwe de daxwazkir ku xelk bi rijin ser şeqaman û li dijî rejîmê xwenîşandanan lidar bixînin.

Lewma, piştî dawî hatina nmêja Înê hezar hevwelatiyên “Belûç” li bajarên cuda rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê serhildan û hêzên rejîmê jî êrîş kirine ser wan û hejmarek birîndarkirin.

Ji tirisa yekîtî û serhildana hevwelatiyên “Belûç” li roja Înê de, rojek pêştir wate roja Pêncşemî ,hêzên rejîmê bo piraniya wan bajaran hatibûne veguhastin û bajar hatibûn mîlîtarîzekirin, lê, îrade û bivêriya şoreşgerên “Belûç” ji çeka hêzên dagîrker qahîmtir e.