Piştî vê ku lîstikvanên tîma millî ya topa pêya Îranê sirûda millî nexwand, lîstikvanên tîma Beskitbala Îranê jî ev yeka binpê kirin û sirûda rejîma Îranê nexwandin.
Lîstikvanên tîma millî ya Beskitbala Îranê roja Înê 20ê Xezelwera 1401an a Rojî, di destpêka lîza digel welatê Çînê de, ji bo hevxemî digel xelkê serhildêr ên Îranê, xwe ji xwandina sirûda millî ya Îranê parastin.
Dema ku sirûda millî ya rejîma Îranê di salona beskitbalî ya Azadiya Tehranê de hate belavkirin, endamên tîma millî ya Bestikbala Îranê amade nebûn sirûda millî ya rejîma Îranê bixwînin.
Roja Pêncşemî 19ê Xezelwerê jî, lîstikvanên tîma millî ya topa pêya Îranê ku lîzeke fermî digel “Nîkaragoê” hebû, piraniya lîstikvanan xwe ji xawndina sirûda millî ya rejîma Îranê parastin.