Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serhildana seranserî li Îran û Kurdistanê giha bi nehemîn hefteya xwe

11:07 - 12 Çirriya paşîn 2022

Duh 20ê Xezelwera 1401an a Rojî, li piraniya bajarên Îran û Kurdistanê xelk rijiyane ser şeqaman û li dijî rejma Îranê xwenîşandan kirin; xwenîşandan kevte nav hefteya nehemîn.

“Sineya serbilin, em şeqaman çol nakin, jin, jiyan û azadî”, eva silogana xelkê serhildêr yên bajarê Sineyê ye ku duh şev li ser şeqaman bûn.

“Mihabad nakeve, bijî Hizba Demokrat, em li serhildanê berdewam in”, ev jî silogana xelkê serhildêr ên Mihabadê bû. Xelkê Mihabadê heta direngê şevê xwenîşandan kirin.

Li Bokanê jî, li dijî caşan silogan dan û xortên serhildêr heta direngî şev li ser şeqaman bûn.

Li Serdeştê jî, hêzên rejîmê rijiyane nav gundê Bêwra Serdeştê û xelk li dijî wan rabûn û hêzên rejîmê xelk dane ber gulleyan û kesek bi navê “Hêmin Hemze” hate şehîdkirin.

Xelkê gundê Bêwra Serdeştê, li dijî rejîmê serhildan kirin û maşîna hêzên rejîmê û binkeya terorîstên rejîmê şewistandin.

Heta niha li Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 57 kesan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve di nav serhildana seranserî de htine şehîdkirin.

Duh şev 20ê Xezelwerê, li piraniya bajarên Îranê jî xwenîşandan hebû.

Li Bûşehrê xelkek zêde rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê siligan dan.

Silogana “mirin bo dîktator, mirin bo Xamineyî”, di nav piraniya şeqamên Tehranê de hate bihîstin û xelkê serhildêr di gelek bajarok û taxên Tehranê de li dijî herifîna rejîmê xwenîşandan kirin.

Li Erdebîlê jî benêra terorsît Qasim Silêmanî şewitandin.

Bi giştî li gelek bajarên Îranê xwenîşandan li dijî herifîna rejîma Îranê hebû.