Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serhildan li Belûçistanê/ du kes hatine şehîdkirin

11:14 - 12 Çirriya paşîn 2022

Serhildana xelkê Belûç, roja Înê 20ê Xezelwerê berdewam bû û xelkê Belûçistanê rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê silogan dan û di encamê de du kes hatine şehîdkirin.

Roja Înê 20ê Xezelwerê, 2 ciwanên Belûç yên bi navên “Umîd Alade” yê 25 salî û “Îsmaîl Cirîzhî” yê 20 salî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine şehîdkirin.

Ew du ciwanên Belûç duh siwarê motorsîklêtê bûn û dema têne nav taxa “Menzilab” a bajarê Zahidanê, rastî teqeya rasterast û bê agehdarkirina berê ya hêzên rejîma Îranê tên û şehîd dibin.

Rejîma Îranê di parêzgeha Belûçistanê de bi awayekî hovane û rasterast teqe li xelkê û serhildêran dike û heta niha zêdetir ji 100 kesî hatine şehîdkirin.

Duh roja Înê 20ê Xezelwerê, xelkê serhildêr ên parêzgeha Belûçistanê li bajarên Rask, Sebzewar, Zahidan, Mîrcawe û çendîn bajarê din xwenîşandan kirin.

Li bajarê Zahidanê xelkê bi silogana  “Xamineyî qatil e û wilayeta wî batil e, serhilnana çiyayê Teftana me kerb û kîna ciwanên me” şeqam girtine destê xwe”.

Di bajarê “Rask”ê de xelkê Fermandariya bajar û binkeyeke Spaha Pasdaran a terorîst dorpêç kirin.

Li bajarê Raskê jî alaya rejîma Îranê anîne xwarê û agir berdanê.

Di nav xwenîşandana xelkê Belûçistanê de bi dehan kes bi gulleyên rasterast ên hêzên rejîmê hatine birîndarkirin.