Pêşmergeyê dêrîn ê PDKÎ, “Necmedîn Seîdî” ê xelkê devera Tirgewer a girêdayî bajarê Urmiyê, bi sedema nexweşiyê, roja Înê 20ê Xezelwerê koça dawiyê kir.
“Necmedîn Seîdî” ku kesayetiyek dilsoz û xwedî helwîst bû, li sala 1363an heta sala 1365an a Rojî pêşmergê Hizba Demokrat bû û bi sedema şiyan û lêhatîbûnê bû bi serpelê refek ji pêşmergên Kurdistanê; navbirî bi sedema dijwariya jiyana malbata xwe bi naçarî ve zivirî nav malbata xwe û li navxweyê welat erkên Hizbî bi rê ve bir û heta dawiya jiyana xwe emegnasê rêzba Hizba Demokrat bû.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên “Necmedîn Seîdî” û xwe bi şirîkê xema wan dizane.