Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokwezîrê Almaniyayê bi micidî piştevaniya xelkê serhildêr yên Îranê kir

16:41 - 12 Çirriya paşîn 2022

Serokwezîrê Almanyayê “Olaf Şûlts”, berevanî ji tehrîmên nû yên welatê Almaniyayê li dijî desthilatdar û saziyên rejîma Komara Îslamî ya Îranê kir û got: “Rejîma Îranê bi tenê berpirsê teqîna tundûtîjiyê ye.”

Di peyameke vîdyoyî de ku li ser hesaba Twîteriya “Olaf Şûlts” hatiye belavkirin, dibêje: “Hûn çi dewletek in ku hevwelatiyên xwe didine ber gulleyan? Kesê ku bi vî rengî tevdigere divê li ser bertekên me hesab bikin.”

Navbirî dibêje, “dema ku mafê mirov tê binpêkirin hewce ye em pêngavan biavêjin û kar bikin. Em şahidê xebata netirsdane ya Îraniyan ya ji bo azadî û dadperweriyê ne û em tundûtîjiyên hovane li hember wan jî dibînin. Emê bi xistina tehrîma li ser rejîma Îranê, wê rastî givaşên zêdetir bînin.”