Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îro xwenîşandan û kombûnên xwendekaran li dijî rejîmê bi rê ve çûn

16:44 - 12 Çirriya paşîn 2022

Roja Şemî 21ê Xezelwerê, li çendîn bajarên Îran û Kurdistanê de xwendekaran serî hildan û xwenîşandan û kombûnên nerizayetî lidar xistin.

Di zanîngehên Tehran, Şerîf, Bihştî, Zanist û Ferheng, Xwarezmiya Kerec, Huner a Îsfehanê, Zanistên Pizîşkî ya Hormozganê û çendîn bajarên din de xwendekarên serhildêr bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember kuştina xelkê û bi taybet li zanîngehan û binçavkirin û bêparkirina xwendekaran kombûn lidar xistin.

Di zanîngeha “Rewanpizîşkî” ya Tehranê de jî hejmarek ji xwendekaran bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember binçavkirina birêveberê Şêwreya Sendîkaya wê zanîngehê yê bi navê “Mahan Geçpezan” di vê zanîngehê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Xwendekarên zanîngeha “Huner a Îsfehanê” jî daxuyanuiyek belav kirin û bi tekezî li ser domandina xwenîşandanan gotine: “Di heyamekê de ku tabûta ciwanan li ser milê xelkê û ew tabûta li nav menca xelkê de nayê dîtin, bi ti awayekê amade nînin ku di waneyan de beşdariyê bikin”.

Di zanîngeha Xwarezmî li bajarê Kerecê de xwendekaran silogana “milet çima rûniştî ne, rizgarkerê me hûn in” dan.