Roja Duşemî 9`ê Xezelwerê, federasyona lîstika topa pê ya “Ukraynê” di daxuyaniyek fermî de belav kir ku heyeta serokayetî ya wê federasiyonê bi sedema beşdariya Tehranê li êrîşa leşkerî ya “Russiya”yê bo ser “Ukraynê” û binpêkirina mafê mirovî li Îranê daxwaza derxistina tîma netewî ya topa pê ya Îranê ji kêbirkêya cama cîhanî ya Qeterê kir.
Heftiya derbasbûyî jî Sergî “Palkîn”, birêveberê giştî yê yarîgeha topa pê ya “Ukrayne” ji Fîfayê daxwaz kirbû ku, tîma netewî ya Îranê ji cama cîhanî derxînin û cihê wê bidin bi “Ukraynê”.
Her di vê derheqê de, hejimarek berçav ji lîstikvanên çalak û yên berê yên tîma topa pê ya Îranê bi awayên cuda piştevanî ji xwenîşandanên heftiyên derbasbûyî kirin û an jî digel neraziyan peymana hevgirtinê dan.
Daxwaza heyeta serokatî ya wê federasiyonê ji “Fîfa”yê bo derxistina Îranê li ser malpera federasiyona “Ukrayne” hatiye tomarkirin.