Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îraniyên li welatê Fîlandayê penaberin li dijî rejîma Îranê xwenîşandan lidar xistin

10:24 - 13 Çirriya paşîn 2022

Roja Şemî 21`ê Xezelwer a 1401`an, Xelkên Kurdistan û yên seranserê Îranê yên li Fîlandayê penaber in, bo piştevanîkirin ji xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê û lidijî rejîma Îslamî ya Îranê xwenîşandan lidar xistin.

Ev xwenîşandan bi xwendina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî ji bo rêzgirtin ji riha pak ya şehîdên serhildana seranserî ya Kurdistanê û Îranê destpê kir.

Di vê xwenîşandanê de, amadebûyan peyama daxawazkariyên xwe bi sê zimanê, Kurdî, Farsî û Fîlandî pêkêş kirin û herwisa di peyamê de îşare bi şehîdkirina “Jîna Emînî” bi destê hêzên rejîmê û lipey hatina şoreşa seranserî ya gelên Îranê li dijî Komara Îslamî  hat kirin.

Di dawiya peyamê de, çend xal weke daxwazkariyên amadebûyan ji Hikûmeta Fîlandayê û civata navneteweyî hatibûn.