Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedemên ewlehî tîma neteweyî ya Bastikbola Australiyayê bo beşdarî kirin li rikeberiyên li Îranê amade nebû

10:55 - 13 Çirriya paşîn 2022

Yekîtiya Bastikbola Australiyayê di daxuyanyekê de ragihand ku, neşandina lîstikvanên wî welatî bo Îranê bi sedema nebûna ewlehî û egera binçavkirina welatiyên biyanî ji aliyê Îranê ve he ye.

Herwisa di vê daxuyaniyê de hatiye: “Yekîtiya Bastikbola Australiyayê bi alîkariya rayedarên pêwendîdar bi danaberhev a tewav ya metirsiyan, gihîştin vê encamê ku niha ti tîmek ji bo lîstikan bo Îranê nayên şandin”.

Tîma neteweyî ya Bastikbola Australiyayê ku di lîstika bastikbolê de bi navê “Bûmerza” tê naskirin, biryar bû li rêkevta 15`ê Çiriya Pêşîn bo beşdarîkirin li çarçêveya “Pencereya Pênc” ya rikeberiyên destpêkî yên Kûpa Cîhanî li hember tîma Îranê li Tehranê amade be.

Her di vê pêwendiyê de, di heyamên derbasbûyî de, Wezareta Karê Derve ya Australiyayê tevî şermezarkirina serkutkariyên bixwîn yên serhidêran ji aliyên rejîma Îranê ve, Îran di rêza hişdariya sor de danîbû û ji ber sedemên ewlehî û berdewamiya xwenîşandanan li Îranê, ji welatiyên xwe re daxwaz kiribû ku Îranê bicih bihêlin û serdana wî welatî nekin.