Bi mebesta hevahengî û alîkarîkirina zêdetir a dinavbera Hizb û aliyên din yên Rojhilatê Kurdistanê, êvareya roja Şemî 20`ê Xezelwerê (12`ê Çiriya Pêşîn) herdu şandên Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê û Rêkxirava Kurdistanî ya Partiya Komonîst a Îranê (Komele) civiyan.
Heyeta Komeleya Komonîst pêk hatibû: Îbrahîm Elîzade Sekreter, Hesen Rehman Pena Cêhgirê Sekreter û Ehmed Salhî endamê rêberî.
Heyeta Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê pêk hatibû: Omer Îlxanîzade Sekreterê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê û berpirsê devreya navendî, Ebûbekir Moderisî Cêhgirê Sekreterê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê, Mihemednezîf Qadirî Berpirsê Navenda Pêwendiyên Giştî û endamê Navenda Birêveberiya PDKÎ û Eta Nasirseqizî endamê Komîteya Navendî yê Komeleya Zehmedkêşana Kurdistanê.
Di vê hevdîtinê de, behs ji hevahengî û hevdengiya herdu aliyan di vê dewra serhildana şoreşgirane de hatkirin û herwisa bi awayek tijî û çir li ser serhildanên vê dawiyê yên Kurdistan û Îranê behs hatin kirin û herdu aliyan li ser hewcehiya yekgirtîbûn û bihevre karkirina hemû partiyan tekezî kirin û li ser hindek xalên sereke yên alîkariyên di vê qonaxa tevgera Kurdistanê de jî hev nerîn bûn.
Herwisa biryar standin ku, di civînek din de dem bi dem pêşniyar û gelaleyên destnîşankirî bona şivêrmendî û alîkarîkirinê bên behs kirin da ku, alîkarî û hevahengiyên kêrhatî bi vê rewşa niha û yên paşerojê yên Kurdistanê bên gorê.
Rêkxirava Kurdistanî ya Partiya Komonîst ya Îranê _ Komele
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê
21`ê Xezelwera 1401`an
13`ê Çiriya Pêşîna 2022`an