Îro Yekşemî 22`ê Xezelwerê xwandekarên zanîngehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê carek din li dijî rejîma Îran û cinayetên wê rejîmê li hember zanîngehên xwe kombûn û xwenîşandan lidar xistin.
Li zanîngeha Azad a bajarê “Urmiyê” ku xwandekarên wê zanîngehê rijiyane hewşa zanîngehê û siloganên “Hezar û pênsed kuştiyên meha Xezelwerê” “Dikujim Dikujim yê ku xwîşka min kuşt” dan.
Li zanîngeha Azad a bajarê “Urmiyê” gef ji wan xwandekaran xwarin û rênedan ku keç û xort bihevre xwarinê bixwin.
Herwisa li beşên cuda yên zanîngehên Tehranê tevî mangirtin û bilindkirina pilak kartan, li zanîngehên xwe de kombûn û li dijî rejîmê silogan dan û li ser der û dîwarên zanîngehê silogan nivîsîn.
Herwisa derisxwanên xwandingehên bajarên Rojhilatê Kurdistanê wiha rijiyane ser şeqaman û bêzariya xwe ji rejîma dane nîşanan.