Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran a terorîst bi mûşekan êrîşê ser baregehên PDKÎ kir

11:25 - 14 Çirriya paşîn 2022

Spaha Pasdaran a terorîst carek sin îro roja Duşem 23ê Xezelwera 1401an a Rojî, bi diron û mûşekan êrîşê ser binkeyên hizbên Rojhilatê Kurdistanê kir û çend kes hatine şehîd û birîndarkirin.

Tevê vê ku Spaha Pasdaran li bajarê Koyê binkên PDKÎ mûşekbaran kir, li çiya jî deverên sînorî yên herêma Kurdistanê bombebaran dike.

Rejîma têrorîst a Tehranê binkeyên Komale yên li Silêmaniyê bi balafirên xweteqîner û baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê yên li Koyê bi mûşekan kir bi armanc.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, êrîşên îro yên rejîma Îranê li ser binkeyên hizbên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Navbirî daye zanîn ku ev êrîşa “binpêkirina serweriya axa Herêma Kurdistanê û Îraqê” ye.