Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Îdariya PDKÎ derheq mûşekbarana rejîma Îranê daxuyaniyekê belav kir

12:22 - 14 Çirriya paşîn 2022

Navenda Îdariya ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê derheq mûşekbaran û topbarana rejîma Îranê bo ser binkeyên hizbên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Xelkê mafxwaz ên Kurdistanê!

Welat û korr û komelên cîhanî!

Îro Duşemî 23ê Xezelwera 1401an a Rojî, demjimêr 8:45 xulekên sibêdehê, Spaha Pasdaran a terorîst bi binpêkirina hemû pirensîbên navnetewî, carek din binke û bargehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi mûşek kir bi armanc. Di vê êrîşa mûşekî de ku deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê jî li xwe digire, heta niha pêşmergeyek hatiye şehîdkirin û çendîn pêşmerge jî birîndar bûne.

Ji bilî armanckirina bargehên Hizba Demokrat li nêzîkê Koyê, Spaha Pasdaran a terorîst bi mûşekan êrîşê ser baregeha Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê li Zirguwêzê li nêzî bajarê Silêmaniyê kir.

Berdewamiya êrîşên mûşekî yên Spaha Pasdaran bo ser bargehên hizbên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê di demekê de ye ku zêdetirî 2 mehan e li Îranê serhildaneke giştî ku tevahiya Komara Îslamî kiriye bi armanc di gorê de ye. Komara Îslamî ya Îranê li navxwe bi kuştin û serkutkirina xwenîşanderan û li derve jî bi mûşek û dironana bo ser baregehên hizbên siyasî yên Kurdistanê, hewla man û berdewamîkirina desthilata cehenemiya xwe dide. Lê wekî me hertimî îspat kiriye ku ew ti carî nikare mafxwazî û vîna me ya azadiyê ji nav bibe. Herwisa xelkê Îranê ji hemû pêkhate û cudahiyên xwe ve jî biryar dane ku dawî bi temenê qirêj yê rejîma Îranê bînin.

Bi alxahînî ve xelkê Kurdistan û navçeyên din yên Îranê, bersiva dirindehî, kuştin û êrîşên Komara Îslamî bi berdewamiya xwenîşandanên xwe li ser şeqaman didin û îsbat dikin ku îradeya wan ji serkutkariya dîktatoriyê bihêztir e.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Îdarî

23ê Xezelwera 1401an a Rojî