Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê derheq mûşekbarana rejîma Îranê bo ser binkeyên hizbên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistaê daxuyaniyek belav kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Civatgeha Îran û Kurdistanê
Navendên Mafê Mirovî yên navneteweyî
Sibeha îro 23ê Xezelwera 1401an a Rojî, baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koyê û Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê rastî êrîşa mûşekî û balefirên xweteqîner ên rejîma Îslamî ya Îranê hatin.
Di vê êrîşê de 2 kes ji hevalan me şehîd bûn û hejmarek din jî birîndar bûn.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê vê êrîşa hovane şermezar dike û daxwaz ji rêxistinên cîhanî û mafê mirovî dike ku li hember vê tawana Komara Îslamî û bombebarankirina baregehên hizbên Rojhilatê ku hejmareke berçav ji malbat, jin û zarok tê de dijîn, bêdeng nemînin.
Di daxuyaniyên dinê de emê we ji hûrdekariyên êrîş û tawanên Komara Îslamî agadar bikin.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê
23ê Xezelwera 1401an a Rojî