Partiya Azadiya Kurdistan-bakur bi weşana daxuyaniyekê êrîşên rejîma Îranê bo ser binke û bargehên hizbên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê li nav axa Herêma Kurdistanê de şermezar kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Komara Îslamî ya Îranê roja 14ê Çiriya Paşîn a 2022an, bi mûşekan û bi dronên bombekirî, êrîş ser bargehên Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Zahmetkêşan a Kurdistana Îranê li Başûrê Kurdistanê kir.
Li gorî agahdarîyên heyî, di encama van êrîşan da du pêşmerge şehîd bûne û 8 kes jî birîndar bûne û zirareke mezin gîhaye bargehên her du Hizban.
Komara Îslamî ya Îranê dixwaze rûyê xwe yê zordest û zalimane û şikesta xwe ya li hemberî serîhildana gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê, bi êrîşên leşkerî yên dijminane binixumîne.
Helbet ku bi van êrîşên dijminane, rejîma Îranê dê nikaribe rê li ber doza azadîya gelê Kurdistanê bigire, dê nikaribe vê serîhildana rewa ya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê tune bihesibîne.
Em van êrîşên Komara Îslamî ya Îranê yên ku li ser bargehênn du hizbên Rojhilatê Kurdistanê hatine kirin rûreş dikin û em piştgiriya xwe li herdu hizban û li gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê radigihînin.
Ruhê şehîdên me şad, cîhê wan biheşt be. Em sarsaxîyê ji malbatên şehîdan û ji gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê re dibêjin û şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.
Êrîşên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser bargehên Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Zahmetkêşan a Kurdistana Îranê li Herêma Kurdistanê, binpêkirina serwerîya parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Em bangî Hikûmeta Îraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Netewên Yekbûyî dikin da ku van êrîşên Komara Îslamî ya Îranê protesto bikin. Netewên Yekbûyî divê bi biryar û helwestên xwe yên cidî rê li ber van êrîşan bigirin.
Partiya Azadî ya Kurdistan-bakur
14ê Çiriya Paşîn a 2022an