Şandiyê Saziya Netewên Yekgirî bo Îraqê, di Twîtekê de êrîşa rejîma Îranê bo ser binkeyên hizbên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir
Di Twîta “UNAMI”yê de hatiye: “Em êrîşên mûşekî û dironiyên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin, ku serweriya Îraqê binpê dike. Divê Îraq ji bo çareserkirina pirsgirêkan neyê bikaranîn û rêz li yekparçeyiya wê bê girtin. Tenê rêya çareseriyê, diyaloga mijarên ewlehî yên di navbera Îraq û Îranê de ye.”
Îro roja Duşemî 23ê Xezelwerê Spaha Pasdaran a terorîst binke û bargehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê kir bi armanc û di encamê de 2 pêşmergên PDKÎ hatine şehîdkirin û çendîn pêşmerge jî birîndar bûn.